Îran: Danûstandinên teknîkî bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re berdewam dikin

20 April 2023 10:00 0 dîtin
Îran: Danûstandinên teknîkî bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re berdewam dikin

PeyamaKurd – Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî ragihand, proseya danûstandinên teknîkî ligel Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ku serperiştiya bernameya navokî ya wî welatî dike, ber bi pêşve diçe.

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Muhammed Îslamî piştî civîna lijneya wezîran a ku li paytext Tehranê hat lidarxistin daxuyanî da çapemeniyê.

Di bersiva pirsekê de ku derbarê proseya danûstandinên teknîkî yên di navbera Îran û IAEA de hat kirin de, Îslamî diyar kir ku ew şand her roj di navbera Îran û Ajansê de diçin û tên û di pêwendiyê de ne.

Islamî got: “Pêvajoya danûstandinan ber bi pêş ve diçe û şandên teknîkî û pispor di navbera Îran û Ajansê de her roj pêwendiyan dikin û encamên kar di dema xwe de radigihînin”.

Serokê IAEA Rafael Mariano Grossi di 3-4ê Adarê de serdana Tehranê kiribû û bi rayedarên payebilind re ku di nav wan de Serokomar Îbrahîm Reîsî jî hebû re hevdîtin kiribû û peymanek ji 3 sernavan pêk dihat îmze kiribû.