Îran dê li gel Ewropayê danûstandinên li ser nukleerê bidomîne
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di civîna çapemeniyê ya heftane de ku li Wezareta Karên Derve hat lidarxistin, li ser bernameya siyaseta derve ya welatê xwe û pêşhatên herêmî bersiv da pirsên rojnamevanan. Bekayî da zanîn ku wan li hev kiriye ku danûstandinên li ser nukleerê yên bi Îngilîstan, Almanya û Fransayê re bidomînin ku weke “E3” tê binavkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Bekayî di bersiva pirsekê de ka gelo di hevdîtinên serokên Amerîka û Rûsiyê de pirsa nukleerî ya Îranê hatiye gotûbêjkirin yan na, got:
“Ev tiştekî normal e ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de li ser vê mijarê gotûbêj bên kirin, lê ya giring ew e ku her tiştê ku di mijara navokî ya Îranê de bê kirin, bêyî şêwira nêrîna Îranê nayê kirin û dostên me yên Rûs jî tekez dê bi me bişêwirin.”
“Zelal e ku ev demeke dirêj e bi Tirkiyeyê re cudahiya fikrî heye”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Bekayî li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî got,
“Em girîngiyeke mezin didin têkiliyên bi Tirkiyeyê re. Haya me ji hebûna berjewendiyên hevpar ên ji van têkiliyan heye. Zelal e ku ev demeke dirêj e bi Tirkiyeyê re cudahiyên me yên fikrî hene, lê her du aliyan jî bi awayekî gelekî maqûl karî van têkiliyan bi rê ve bibin bê ku cudahiyên fikrî bêyî ku zirarê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin