Rêveberiya Xweser a Efrînê banga amadebûnê ji êrîseke nû ya Tirkiyê re kir
PeyamaKurd – Şaxê Rêvberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ya herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li xelkê herêmê kir ku li hemberî êrîşeke nû ya Tirkiyê xwe amade bikin da ku herêmên dagirkirî jî rizgar bikin.
Di daxuyaniya Rêvberiya Xweser de, behsa gefên Tirkiyê yên êrîşên nû yên ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin û tê gotin, Tirkiye dixwaze Til Rifet û Şehbayê bixe kontrola xwe daku rê li ber dagirkirina Helebê veke.
Di daxuyaniya ku li Kampa Berxwedan a koçberên herêma Efrînê hatiye xwendin de, hatiye diyarkirin; “Tirkiye ketiye hewla wergirtina sûdê ji mijûlbûyîna cîhanê bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re û bi birina êrîşan a ser axa Sûriyeyê dixwaze bala gelên Tirkiyeyê ji ser krîza aborî û demokratîk bibe û bide ser derve.”
Di dewamê de mebesta Tirkiyê ya bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên werin dagirkirin tê bibîrxistin û tê gotin, “Dagirkirina Til Rifet û Şehbayê tê wateya vekirina rê li ber dagirkirina Heleba ku paytexta aborî ya Sûriyeyê ye û hewila Tirkiyeyê ji bo nûkirina peymana Milî tevî ku bibe sedema karesateke mirovî û koçberkirina zêdeyî sed hezar kesên ku bi darê zorê ji axa xwe koçber bûne, û ev yek bang li me Sûriyeyiyan dike. Nexwe divê gel bibe seferber dijî gefên Tirkiyeya dixwaze li Sûriyeyê her alozî hebe.”
Di dawiyê de jî hatiye destnîşankirin; “Banga me li gelê koçber ê Efrîn û Şehbayê ew e ku amade bin ji têkoşîn û berxwedana li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji destê wê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin