Ji bo Bakurê Kurdistan hisyariya berf û baranê

08 April 2024 10:59 0 dîtin
Ji bo Bakurê Kurdistan hisyariya berf û baranê

PeyamaKurd - Dezgeha Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji bilî Îdir û Erdexanê, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê wê baraneke zêde, li hin bajarên herêma Serhedê jî berf bibare û ji bo tedbîrên xwe bistînin ji welatiyan re hişyarî hate dayîn.

Dezgehê ji bo bajarên Wan, Şernex û Colemêrgê di asta zer de hişyariya baranê da.

Herwiha li derdora bajarên Amed, Mêrdîn, Batman û Sêrtê jî barana gur dibare û li herêmên bilind ên Erzirom, Qers û Wanê jî berf dibare.

Ji bo welatiyên ku li van bajaran dijîn hişyariya lehî, brûsk, zîpik, pirsgirêkên trafîkê û ji bo herêmên bilind hişyariya aşûtê hatiye dayîn û daxwaz hate kirin ku welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gorî Dezgeha Keşnasiyê pileya germahiyê bi awayekî cidî naguhere û wê li gorî asta normal a dansalê be.