Pistî Batmanê li Çewligê jî ava baranê da ser xanî û kargehan

20 November 2023 19:27 0 dîtin
Pistî Batmanê li Çewligê jî ava baranê da ser xanî û kargehan

PeyamaKurd – Li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber barana xurt û ji nişka ve lehî radibin û ziyanên canî û madî çêdikin.

Piştî bajarê Batmanê ku şeva borî bi sedan xanî di bin ava lehiyê de man û 3 ji wan zarok 4 kesan can da, îro duşemê li bajarê Çewlîgê jî ji ber barana zêde avê da bin hin mal û kargehan.

Hate zanîn ku li Taxa Yenişehirê ya navenda Çewligê ya li ser Kolana Selahattin Kaya, avê ser xanî û kargehan û ziyaneke mezin a madî bi xwe re anî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî texmînên keşnasiyê, wê barana zêde û firtoneyên bayê heta çend rojên din jî bandora li Bakurê Kurdistanê berdewam bike.