Mesrûr Barzanî li MERIyê behsa pêwendiyên Hewlêrê û Bexdayê dike

06 November 2019 14:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li MERIyê behsa pêwendiyên Hewlêrê û Bexdayê dike

PeyamaKurd -  Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê di panêlekê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên wê û Bexdayê bike.

Ev çend roj in Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) li Hewlêrê konferansek daye destpêkirin ku serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê, rewşenbîr, rojnamevan û pispor beşdar dibin û behsa mijarên girîng dikin. Di panêla duhî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdar bû û siyaseta Herêma Kurdistanê şirove kir û bersiva pirsan jî da.

Îro jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq, çendîn wezîr û wekîlên Kurdistan û Iraqê, pisporên navdewletî û Kurdistanî û Iraqî beşdar dibin.

Panêla Mesrûr Barzanî li gor dema Hewlêrê saet 16:30an dest pê dike. Barzanî bi giştî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên bi Bexdayê re û çend mijarên din dike.

Hêjayî gotinê ye ku Konferansa MERIyê  ji aliyê Dr. Dilawer Eladîn ve tê birêvebirin.