Mesrûr Barzanî bi Konsulê Îmaratê re civiya: Pêwendiyên stratejîk in

03 November 2024 12:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Konsulê Îmaratê re civiya: Pêwendiyên stratejîk in

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3şê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed El-Zahirî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de, pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de bibîr xist û spasiya konsulê Îmaratê kir ku di van salên dawî de, rola wî ya girîng di pêşxistina pêwendiyên dualî de hebûye.

Di civînê de, Konsulê Îmaratê pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de wekî pêwendiyên stratejîk bi nav kir û daxwaza bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de anî ziman.