Mesrûr Barzanî: Wê êdî pirsgirêka av û elektrîkê nemîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro kevirê bingehîn ê projeya avê li nehiya Quştepe danî. Serokwezîr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û got: “Çend roj berê me kevirê bingehîn ê projeya avê ya lezgîn ya Hewlêrê danî, ev proje jî temamkarê wê projeyê ye û herî kêm ji bo 20 salên din dê pirsgirêka kêmbûna avê çareser bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Metirsiya kêmbûna avê li Quştepe ewqas zêde bû ku hin gund di bin metirsiya valakirinê de bûn. Gelek bîrên kûr ên herêmê ji ber kêmbûna avê hişk bûne, ev jî nîşana metirsîdar a kêmbûna asta ava binê erdê ye.”
Serokwezîr Barzanî girîngî û stratejiya projeyê bi bîr xist: “Bi temambûna vê projeyê û dabînkirina avê li vê herêmê re , êdî pêwîstî bi bîran namîne. Her wiha em ê çavkaniyên avê yên binerd ên herêmê jî bi çêkirina çend golên din vejînin û metirsiyên hişkesaliyê kêm kirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ev herêm ji aliyê pêşketinê çandinî, pîşesazî û çavkaniyên avê ve guncaw e, ji ber vê yekê plan û bernameyên wan yên paşerojê hene ku ev herêm bibe yek ji herêmên pêşketî yên Kurdistanê.
Herwiha Mesrûr Barzanî bal kişand ser pirsgirêka elektirîkê û got: “Pirsgirêka elektrîkê heta niha jî li seranserê Kurdistanê pirsgirêkeke berdewam e, ji ber wê jî di plana me de ye ku çareseriyên guncayî bo vê pirsgirêkê li Hewlêr û derdora wê û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê bibînin û êdî pirsgirêkên bi navê av û elektirîkê li Herêma Kurdistanê nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin