Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hevkariyan spasiya Norwecê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Norwecê yê li Urdin û Iraqê kir.
Piştî civîna îro Duşemê hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Norwecê hatine gotûbêjkirin.
Balyozê Norwecê yê li Urdin û Iraqê tevî behskirina proje û bernameyên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê, amadebûna pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Hikûmeta Herêmê di hemû waran de nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkariyên hikûmeta Norwecê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina derfetên hevkarî û hemahengîkirinê ligel Norwec û bihêztirkirina pêwendiyên hemû aliyan, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin