Serokwezîra Îtalyayê spasiya Mesrûr Barzanî kir

24 December 2022 14:05 0 dîtin
Serokwezîra Îtalyayê spasiya Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî ku doh 23yê Kanûnê serdana Herêma Kurdistanê kir, piştî vegeriya welatê xwe peyamek belav kir û bal kişand ser pêşxistina hevkariya ligel Kurdistanê.

Melonî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kir de, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got, “Em ji bo dabînkirina ewlehiya welatiyên xwe û pêşxistina hevkariya aborî ligel hev kar bikin.”

Melonî, di serdana xwe ya Hewlêrê de ku ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiyabû û piştevaniya welatê xwe bo Kurdistanê dubare kiribû.