Nûnerê WHOyê pesnê rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî da...
PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) pesnê rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêngav û rêkarên hikûmeta rûbirûbûna metirsiyên vîrûsa Koronayê de da.
Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê di civîneke rojnamevanî ya ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand, “Mesrûr Barzanî bi berdewam hevkar bû di gihandina xizmetguzariyan ji welatiyên Herêma Kurdistanê re.”
Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê got: “Em ligel şandeke mezin û girîng a Rêxistina Tendirustiya Cîhanê hatine. Îro sê peyamên me hene, ya yekem ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna vê pandemiyê de, karekî mezin encam daye , ne ku her ew jî, lê belê niha kariye yekem haleta Omicronê li Herêmê bibîne, ev jî tê wateya ku tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî bûye di dîtina vê cureya guhartî ya Koronayê de.
Herwiha nûnerê WHOyê da zanîn, duyem tîma tenduristî ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cîhanê karîne bi hev re kar bikin, ji bo pêşxistina sîstema tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî. Sêyem jî, ji heyama du salan ve, hevahengiya baş di navbera Wezareta Tendirustiyê û tîma Rêxistina Tendirustiya Cîhanê heye. Em dizanin ku ev pandemî bi dawî nehatiye, lê em bi hev re bihêz in û dikarin rûbirûya wê bibin.
Nûnerê WHOyê got: "Dixwazim bi taybetî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bikim ku bi berdewamî hevkar bû di gihandina xizmetguzaran bp welatiyên Herêma Kurdistanê. Spasiya Wezîrê Tenduristiyê jî dikim bo vê hevahengiya baş ligel Rêxistina Tenduristiya Cîhanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin