Fermandarê CENTCOM ê seredana Mesrûr Barzanî kir û rola Pêsmerge bilind nirxand

09 September 2022 01:28 0 dîtin
Fermandarê CENTCOM ê seredana Mesrûr Barzanî kir û rola Pêsmerge bilind nirxand

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Michael Erik Kurilla, seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di hevdîtinê de behsa rola Pêşmerge ya di têkbirina IŞİD ê de kir û rola Pêşmerge bilind nirxand.

Di hevdîtinê de fermandarê nû yê koalisyona navdewletî yê li Iraqê û Sûriyê General Matthew McFarlane amade bû. Di hevdîtinê de pêşdeçûnên li Iraqê û têkiliyên dualî hatin axaftin. Kurilla got ku wê Amerîka desteka xwe ya ji bo Pêşmerge dewam bike.

Barzanî, bi sedema destek û alîkariyê, sipasiya Amerîkayê û koalisyona navdewletî kir û di derbarê reformên hukumeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî reformên di wezareta Pêşmerge de agahiyan da fermandarê CENTCOM ê.

Di hevdîtinê de her weha behsa çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin û bûn hemfikir ku mijar li gor destûra Iraqê çareser bibin.