Mesrûr Barzanî li ser seredana xwe ya Bexdayê got:” Ez xwesbînim”

14 September 2023 23:58 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li ser seredana xwe ya Bexdayê got:” Ez xwesbînim”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyeta Herêma Kurdistanê re seredana Bexdayê kir û li ser mijarên budça Kurdistanê, mehaneyên memûrên Kurdistanê û hin mijarên din rêzeseredanan kir.

Barzanî û heyeta Kurdistanê ewilî bi serokwezîr Sûdanî re hevdîtin kir û Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku pêwiste arîşe li gor destûr û peymanan çareser bibin. Barzanî weha got:

“Mafên malî yên Herêma Kurdistanê û mehaneyên memûrên Kurdistanê divê nebin alava gengeşeyên siyasî û ji bo van mafan divê memûr li bende nesekinin. Hukumeta Kurdistanê temamê berpirsiyariyên xwe bicîh aniye û heman tiştan ji hukumeta federal dixwaze.

Berêz Sûdanî jî got ku divê pirsgirêk li ser bingeha qanûn û destûrê çareser bibin û ji bo çareseriya wan amade ye. Divê Sûdanî jî desteka xwe bide da di demekî kurt de mijar çareser bibin. Iraq xwediyê sermaya herî mezin ya xwezayiye, bi rêvebiriyekî baş wê Iraq bêhtir pêşde here.”

Li gor ragihandina baregeha Sûdanî, Sûdanî ragihandiye ku di çareseriya pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re ji dil e. Divê arîşe di çarçova destûrê de çareser bibin.

Serokwezîr Barzanî bi serokkomarê Iraqê re bi Latif Reşîd re jî hevdîtinekî kir. Li gor ragihandina serokkomariyê; di hevdîtinê de behsa têkiliyên Kurdistan û Bexdayê kirine. Reşîd ji bo ewlehî û îstîqrarê û pirsgirêk di çarçova destûrê de çareser bibin, desteka ji bo Kurdistanê ragihand.

Barzanî got ku divê serokkomar ji bo mehane û budça Herêma Kurdistanê bên dayîn, serokkomar dikare lîderên terefên siyasî bicivîne. Barzanî her weha got ku divê çareserî bibin mayîn de û di pêşde ti kes li ser heman tiştan dubare negere.

Barzanî her weha bi serokê tevgera Siyade Hamis Xencer, serokê Wataniye Iyad Alawî û serokê koalisyona Nasir Haydar Abadi re hevdîtinan kir. Barzanî ji terefan xwest ku mijarên siyasî û mehane û budçe nekin aletê siyasî û desteka wan xwest.

Mijarên ku teref li ser wan axifîne, wê di civîna encumena wezîran ya hefta bê de li serê biaxifin û biryarê bidin. Barzanî li ser hevdîtinan û çareseriyan got:

“Di babeta encama hevdîtinan de, ez xweşbînim ku dê encamekî bi erênî derê ortê.”

Di heyeta bi serpereştiya Mesrûr Barzanî de, cîgirê wî Qubad Talabanî, wezîrê maliyê û darayî Awat Şêx Cenab, serokê dîwana encumena wezîran Omed Sabah û sekreterê encumena wezîran Amanc Rahim hene.

Barzanî her weha bi serokê meclisa Iraqê Muhammed Halbûsî û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî re hevdîtin kir û di heman mijaran de axifîn. Halbûsî û Malikî di mijarên ku di navbera Kurdistan û Bexdayê de pirsgirêkin, desteka xwe ragihandin.