Fermandarê Pêsmerge: Roj bi roj metirsiya DAISê zêde dibe

19 April 2020 21:24 0 dîtin
Fermandarê Pêsmerge: Roj bi roj metirsiya DAISê zêde dibe

PeyamaKurd - Berpirsê Mihwera Şeş a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî, hişyariya zêdebûna bizav û kiryarên çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûr da û got, roj bi roj metirsî zêdetir dibe.

Fermandarê Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihandiye, rojane hest bi zêdebûna wan metirsîyan dikin û çekdarên DAIŞê piştî ku carek din xwe rêk xistine; kiryarên çekdarên xwe li wê deverê li dijî hêzên ewlekarî yên Iraqê zêdekirin e.

Herî dawî îro li sînorê qezaya Mexmûrê, çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser hêzên Iraqî di navbera herdu gundên Elî Reş û Berde Spî li nêzîkî gundê Qereçoxê. Di encamê de, 2 serbazên Îraqî hatin kuştin.

Çend roj berê jî berpirsên ewlekarîyê yên parêzgeha Nînewa hişyarî dan ku bizavên çekdarên DAIŞê li sînorê wê parêzgehê zêde bûne.