Metirsiya serhildana DAISê zêde bûye: HSD ketiye amadebasiyê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî ketina rejîma Esed li Sûriyeyê valahiya ewlehiyê çêbûye û çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê jî vê yekî wekî derfet li biyabana Dêrazor û Hûmsê bikar tînin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê bi taybet li çolterên parêzgehên Dêrazor û Hûmsê, metirsiya serhildana DAIŞê çêbûye û ji ber vê jî HSDê ji bilî kampa Holê ku bi sedan malbatên çekdarên DAIŞê tê de hene, çavdêriya xwe li ser zindanan zêde kiriye.
Çavkaniyeke haydar ragihandiye, “Tevî pêşhatên Sûriyeyê û ihtîmala serhildana DAIŞê, HSD hêzên xwe li derdora zindanan bicih dike û di amadebaşiyê de.”
Hêjayî gotinê ye, bi sedan girtiyên ji serkirde û çekdarên DAIŞê pêk tên di girtîgehên kontrola HSDê de ne û niha jî ji ber valahiya ewlehiyê bi giştî li Sûriyeyê metirsiya êrîşa DAIŞê li ser zindanan heye ku DAIŞ hewla rizgarkirina endamên xwe bide.
Çavkaniyê dayle zanîn, “HSDê di du rojên borî de hêzên xwe xistine di amadebaşiyê de û ji bo ihtîmala her rewşeke ji nişkê ve hêzeke zêdetir şandiye derdora zindanên serekî.” Amaje jî daye, “Hêzên Amerîkayê ji nêz ve çavdêriya wê rewşê dikin û ev du roj in zêdetirî helîkopterekê berdewam li hindav wan zindanan difirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin