PDK: Li sînorê navçeyên kurdan tevger û metirsiya DAISê zêde bûye

18 November 2019 17:41 0 dîtin
PDK: Li sînorê navçeyên kurdan tevger û metirsiya DAISê zêde bûye

PeyamaKurd - Berpirsê navçeya Daqûkê yê PDKê Hîwa Reşîd da xuyakirin ku li sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê bi giştî tevgera terorîstên DAIŞê berdewame û tirseke mezin li ser xelkê çêkiriye.

Li gorî nûçeya BasNewsê Hîwa Reşîd li ser zêdebûna tevger û metirsiya DAIŞê wiha got:

“Zêdetir ew terorîstên DAIŞê li naçeyên Heftexar, Taleban û cihên niştecîhbûna Kakeyiyan ku sê navçeyên kurdan in li sînorê bajarokê Daqûkê, tevgera wan zêde ye. Herçend ligel destpêkirina xwepêşandanên Iraqê heta astekê bêdeng bûne, lê ew gef û metirsî ne li ser navçeyê.”