Artêsa Îsraîlê: Tevgera Cîhadî ya Îslamî 160 katyosa û mosek arasteyî navçeyên Îsraîlê kirin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir, heta niha zêdetirî 30 êrîşên esmanî li ser Xezzeyê encam dane.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de da zanîn, Tevgera Cîhadî ya Îslamî 160 katyoşa û moşek arasteyî navçeyên Îsraîlê kirine û bi rêya sîstema berevaniyê ve karîne 60 moşekan têk bibin û 30 moşek jî li nav Xezzeyê ketine xwarê.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, heta niha zêdetirî 30 êrîşên esmanî li ser pêgehên çekdarên Tevgera Cîhadî ya Îslamî kirine û bi rêya 55 moşekan 40 armanc hatine lêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin