Tevgera Îslamî ya Cîhadîst: “Agirbes hat qebûlkirin!”
PeyamaKurd- Tevgera Îslamî ya Cîhadîst ragihand ku piştî ku Îsraîlê êrîşî Xazzê kir, di navbera wan û Îsraîlê de agirbes hatiye qebûlkirin.
Îsraîlê di derbarê bûyeran de daxuyaniyek kir û di daxuyaniyê de îdda kir ku duh bi şev ji aliyê Xazzê ve bi roketan êrîş li dijî Îsraîlê hatiye kirin. Ji aliyê Xazzê ve 30 rojek hatine aliyê Îsraîlê. Li ser vê êrîşa roketan, Îsraîlê jî êrîşeke hewayî pêk aniye û herî kêm li 80 hedefî xistiye.
Îro jî ji aliyê Tevgera Îslamî ya Cîhadîst ve daxuyaniyek hat. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi navcînçîtiya Misirê, di navbera wan û Îsraîlê de agirbes hatiye qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin