Cotyar Adil bersiva Hesen Nesrullah da: Yê ku Kurdistan ji gef û metirsiya DAISê parast Pêsmerge bû
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah da û jê re got: “Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî netewekê ku ti pêwendiya wê bi te nîne”. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, “yê ku Hewlêr û Kurdistan ji gef û metirsiya DAIŞê parastin, Hêza Pêşmerge bû, ne hêzeke din.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di daxuyaniyekê de bersiva Hesen Nesrullah da. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Emîndarê Giştî yê Hizbullahê wek “Mela Hesen Nesrullah” bi nav dike û dibêje:
“Ji me re ecêb tê ku tu bi dengekî lerzok û bi awayekî zarokane, êrîş dikî ser Herêma Kurdistanê û rêberê netewkê. Tu ku ew çend sal in te rengê rojê nedîtiye û te di jêrzemînan de xwe veşartiye, bêrêzî û sivikatiyê bi gellekî qehreman dikî. Li cihê vê êrîşa ne di cih de, heq bû ku berevaniyê li vê netewa bindest bikî ku çendîn sal e zilm û zor lê tê kirin.”
Cotyar Adil gotiên Hesen Nesrullah de red dike, ku gotiye Kurdistan deyndarê Qasim Sulêymanî ye û wî Kurdistan ji êrîşa DAIŞê parastî ye û tekez dike:
“Hêza Pêşmerge bû ku Hewlêr û Kurdista parast ne hêzeke din. Tevî wê yekê, me spasiya hemû wan kesan kiriye ku alîkariya me kirin, lê belê ew kesê ku qaşo nûnerê we bûye û di dema serdana bo cem serok Barzanî de beşdar bûye, divê her heman kes be ku li gel kesên wek xwe, di rojên 16, 20 û 26ê Oktobera 2017 de armanc û xewana wî dagîrkirina Kurdistanê bû, lê belê li bermaber berxwedan û berevaniya qehremanî ya Pêşmerge, bi awayekê lerzok û serşor serî li keviran xistin û xewanên wan di gorê de hatin çalkirin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî netewekê ku ti pêwendiya wê bi te nîne. Serok Barzanî sembola berxwedana netewekê ye û tuyê tirsonek gelek ji wê yekê biçûktir î ku wê zimandirêjiyê bikî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin