Serokwezîr Barzanî li Bahreynê wê bi gelek rêvebirên dinyayê re biaxife

20 November 2021 02:44 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî li Bahreynê wê bi gelek rêvebirên dinyayê re biaxife

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema li payîtexta Bahreynê li Manamayê tevli ‘Form a Diyalogê ya Manama ya 2021’ ê bibe, çû Bahreynê û wê li Bahreynê bi gelek rêvebirên welatan re wê hevdîtinan bike.

Peyamnêrê K24 ê Ammar Mecmeddîn ragihandiye ku wê Mesrûr Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, bi koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê Koşka Sipî Brett McGurk re, bi wezîrê karên derve yê Erebisyanê bi Faysal bin Ferhan re, bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen Es-Safedi re, bi wezîrê karên derve yê Yûnanistanê bi Nikos Dendias re, bi sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb bi Ahmed Ebu’l Xayt û wezîrê dewletê yê Almanyayê re bicive.

Barzanî di 19 ê mehê de an ku duhî bi şêwirmendê ewlehiyê yê netewî yê dewleta Îngîltere bi Stephen Lovegrove re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê û herêmê hat kirin û her weha li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere axifîn. Her dû teref di mijara têkoşîna li hemberê DEAŞ ê girîngiya mijarê anîn ser ziman.

Barzanî di formê de, di mijara “Ewlekariyê û Guherînên li Iraqê” de axaftinekî kir.