YNK: ‘Bersivên Serokwezîr Barzanî bo parlamenteran gelekî girîng bûn’

07 October 2020 17:51 0 dîtin
YNK: ‘Bersivên Serokwezîr Barzanî bo parlamenteran gelekî girîng bûn’

PeyamaKurd - Parlemantarê berê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Cotiyar Mecîd li ser civîna doh ya Parlamentoya Kurdistanê ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê çaksazî û xebatên hikûmetê de raporek pêşkeş kir û piştre jî bersiv da pirsên parlamentaran axivî û got, bersiva Serokwezîr Barzanî bo parlementeran gelekî girîng e û hemahengiya di navbera Parlemento û hikûmetê jî de muhîm e.

Cotiyar Mecîd ji BasNewsê re daye xuyakirin,  çûna şanda hikûmetê bo nava Parlementoya Kurdistanê baş bû û divê hemahengiya parlementoya Kurdistanê berdewam be û parlemanto karên xwe bike û hikûmet jî bi heman awayî yasayan cîbicî bike.

Mecîd tekez jî kir divê hikûmet û parlemento kar li ser daxwazên xelkê bikin û qeyranan kêm bikin û divê parlemento bizanibe bê ka bernameya hikûmetê çi ye.

Parlamenterê berê yê YNKê got: “Bersivên Serokwezîr Mesrûr Barzanî baş û girîng bûn. Jiyana xelkê girîng e û divê beriya hemû tiştekî kar bo baştirkirina jiyan û guzerana xelkê bê kirin û bernamyên hikûmetê bi kiryarî werin cîbicîkirin.”

Doh 6ê Cotmehê Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî Awat şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber û  çend berpirsên din yên hikûmetê beşdarî civîna parlementoya Kurdistanê bûn û li ser kar û xebatên hikûmetê agahî dan û bersiva pirsên parlementeran jî dabûn