Serokwezîr Mesûr Barzanî bersiv da pirsên parlamenteran…

05 October 2020 17:59 0 dîtin
Serokwezîr Mesûr Barzanî bersiv da pirsên parlamenteran…

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Cotmehê beşdarî parlementoyê bû û derbarê karnameya hikûmetê, çaksaziyan û mijarên din ên têkildar raporek pêşkeş kir. Piştî pêşkeşkirina rapora hikûmetê ya xebatdê Mesrûr Barzanî bersiv da pirsên parlementeran.

Mesrûr Barzanî got: “Hatina me bo parlementoyê ji bo wê yekê ye ku em ji hev têbigihin, bersiva pirsên we li ber we bidin û ew peywendiya pêwîst a saziya cîbicîkirin û yasayan heye, bi awayekî yasayî û şaristanî û demokrat pêk bînin, mafê we ye ku hûn bersiva pirsên xwe bizanin.”

Li ser belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Mijara koronayê tenê li Herêma Kurdistanê nîne û hemû cîhan girtiye, herwiha qeyrana darayî li hemû cîhanê heye û di destê kesekî de nîne. Lê girîng e ku parastina qewareya yekrêzî û yekhelwestiyê heye, bi aliyê desthilatdar û opozîsyonê.”

Li ser mijara mûçeyên fermanberan jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî:

“Budce li ser bingeha dahatê tê amadekirin, yek ji dahatên me petrol e, ya din dahata naxweyî ye û ya din hikûmeta Iraqê, mixabin li gelek qonaxan heqê Hikûmeta Herêmê neşandiye, di du qonaxan de jî nirxê petrolê gelek daket, em li kabîneya berê jî rastî sê qeyranan hatin, niha jî sê qeyran, berê daketina buhayê petrolê, DAIŞ, neşandina budceyê. Niha jî belavbûna koronayê, daketina buhayê petrolê û neşandina budceyê ye ji aliyê hikûmetê ve, eger dahateke çespandî nebe, nikarin mûçeyan amade bikin, her dema ku em dilniya bibin ku em dikarin budce amade bikin, em pêve pabend dibin û bêguman amade dikin û dişînin parlementoyê.”