Sanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê îro 24ê Adarê êvarê şandeyekD projeya ‘Hejmara Min’ serdana Bexdayê bike û bi banka navendî û berpirsên hikûmeta Iraqê re hevdîtinan pêk bîne.
Hate zanîn, hejmarek berpirsên pêwendîdar li ser mijara mûçexwirên Herêma Kurdistanê diçin Bexdayê û sibe 25.03.2024ê ligel banka navendî û hikûmeta Iraqê bicivin.
Hate diyarkirin ku wê yek ji mijarên gotûbêjê çareserkirina mijara hejmara bankê ya mûçexwiran be, ku li herêma Kurdistanê projeyeke girîng e û wê li ser bicihkirina ’Hejmara Min’ berpirsên Iraqê bên agahdarkirin.
Wezîrê Darayî ragihandiye ku ’Hejmara Min’ projeyeke bi mifa ye ji bo xelkê Kurdistanê û 19 xizmetguzariyên bankayê ligel e û bi taybet Iraq jî dê ber bi vê rêyê ve gav bavêje ku bikevin ser platforma Hejmara Min.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin