Sanda Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike

19 April 2020 09:23 0 dîtin
Sanda Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê ji bo guftûgokirina pirsên darayî û pirsgirêkên hilawistî yên bi hikûmeta Iraqê re serdana Bexdayê dike.

Hat ragihandin şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab derbarê berketinên aborî yên vîrusa korona û daketina nirxê petrolê û herwiha guftûgokirina pirsgirêkên hilawistî û bi taybet pirsgirêkên darayî û pirsên girêdayî vîzayê serdana Bexdayê dike.

Şanda Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandanan, Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê û li Bexdayê wê bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Federal bicive.