Sanda Kurdistanê bi komîsyonên parlamena Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya danûstandinkar ku ev demek e li Bexdayê ye, îro 16ê Kanûnê li Parlamena Iraqê bi komîsyonên pêwendîdar li ser mijara budçe û kêşeyên Hewlêr-Bexdayê re civiya.
Hat ragihandin ku şanda bi seroktiya Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, li parlamena Iraqê bi komîsyonên darayî û bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê re pêwendîdar re civînek saz kir.
Di hevdîtinan de, mijarên petrolê, mûçeyên karmendên Kurdistanê û para Herêma Kurdistanê ya budçeyê di yasaya budçeyê ya 2021ê de hatin gotûbêjkirin.
Şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê beriya niha jî dabû xuyakirin, heta çareseriyek neyê peydekirin ew ji Bexdayê venagerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin