Parlamena Kurdistanê hejmara kustî û birîndarên xwepêsandanan eskere kir

13 December 2020 20:14 0 dîtin
Parlamena Kurdistanê hejmara kustî û birîndarên xwepêsandanan eskere kir

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Navxwe Asayiş û Encûmenên Xwecihî ya Parlamentoya Kurdistanê kuştî û birîndarên xwepêşandar û aloziyên li navçeyên Silêmaniyê eşkere kir.

Serokê Komîteyê Şaxewan Reûf ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de 10 kes can daye zêdetirî 70 kes jî birîndar bûne.

Şaxewan Reûf got, “Ji roja şemiya borî ve hin xwepêşandan û kombûn li Raniye û Kelar û Germiyanê hebûn, lê li gor rojên din aramtir bûye.”

Şaxewan Reûf daye xuyakirin, di xwepêşandanên doh 12ê Kanûnê de hejmarek kes ji ber bikaranbîna gaza rondikrêj birîndar bûne û birîndariya wan bi sedema fîşekan nebûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di xwepêşandanên 11ê Kanûna 2020an li bajarê Silêmaniyê dest pê kiribûn û ji ber tevlîbûna kes û rêxistinên xirabkar gelek baregehên partiyan û sazî hatibûn şewitandin û daxwazên welatiyan ên muçe û xizmetan bi bûyerên tundiyê hatibûn têkdan.

Li gorî dîmenan û nirxandinên rayedarên wan navçeyan destê PKK û Îranê di alozkirina xwepêşandanan de heye ku hewl tê dayîn statuya Herêma Kurdistanê ji holê bê rakirin.