SOHR: Zêdetirî 100 kes li kampa qurbaniyên erdhejê li Sûriyê jehrî bûn

28 February 2023 14:02 0 dîtin
SOHR: Zêdetirî 100 kes li kampa qurbaniyên erdhejê li Sûriyê jehrî bûn

PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) do ragihandibû ku di kampeke rizgarbûyî ya ji erdhejê ya li Helebê de zêdetirî 100 kes jehrî bûne.

Di daxuyaniya SOHRê de hat ragihandin, do li bajarê Helebê di kampeke mexdûrên erdhejê de zêdeyî 100 kesî jehrî bûne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di navbera 24-27ê Sibatê de 33 kes bi giliyên îshal û vereşînê sewqî nexweşxaneyan hatine kirin.

Çavkaniyekî ku nêrîna wî di daxuyaniyê de cih girt got, "Piştî xwarinên ku li kampê hatin belavkirin, van kesan dest bi îshal û vereşînê kirin."

Li gorî zanyariyan, sedema xerabûna xwarinê ji ber germahiya zêde û ne baş parastinê ya xwarinê ye.

Li gorî daxuyaniyê, li kampên Helebê pirsgirêkeke cidî ya xwarin û germkirinê heye û mexdûrên erdhejê li benda çareserkirina van pirsgirêkan in.

Di erdheja ku di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hat, li Sûriyeyê wêraniyeke mezin rû da, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.