Tirkiyê 30 penaberên din ên Sûrî sand Girê Spî
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku doh 15ê Tebaxê 30 penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor ji aliyê Tirkiyê ve radestî ′Polîsên Leşkerî′ hatin kirin da ku li malên koçberan werin bicihkirin.
Çavkaniyên herêmê dane xuyakirin ku anîna penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê bo herêmên hatine dagirkirin berdewam dike û 30 penaberên din ên ji gundewarên Helebê, Idlibê û Hemayê li bajaroka Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê têne bicihkirin.
Çavkanî diyar dikin, di nav 3 mehan de zêdetirî 2 hezar û 500 penaberên sûriyeyî li herêma Girê Spî hatine bicihkirin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ew bi zorê hatine şandin.
Li gorî daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyeyê ew dê zêdetirî milyonek penaberên sûriyeyî li Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Efrîn, Idlibê bi cih bikin û heta niha jî 24 hezar welatî bi zorê ber bi wan herêman ve hatine şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin