Tirkiyê 550 penaberên din ên Sûriyê dersînor kir

29 October 2023 15:51 0 dîtin
Tirkiyê 550 penaberên din ên Sûriyê dersînor kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tirkiyê di nav 24 demjimêrên borî de, zêdetirî 550 penaberên din ên Sûriyê dersînorî bakurê Sûriyeyê kir.

Çavkaniyên xwecihî yên herêmê ragihandine ku desthilata Tirkiyeyê zêdetirî 550 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Hewa Bab El-Selamê re ji nava xaka xwe dersînor kirine û radestî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê kirine.

Hate diyarkirin ku proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û morên tiliyên penaberên hatiye kirin daku nikaribin careke din vegerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e rojane hejmarek penaberên Sûrî bo herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî têne vegerandin ku proseya vegerandinê jî bi darê zorê tê kirin.

Hefteya borî jî zêdetirî 3300 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re hatibûn dersînor kirin.