ENKS li ser vegerandina penaberên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) diyar kir, vegerandina penaberên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, guhertina demografiyê ye, bi taybetî jî guhertina demografiya herêma Efrînê.
ENKSê li ser plana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûrî de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir: “Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'Vegera Dildarî' lê danîne, ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li nava axa Sûriyê ya li ser sînorê xwe yê başûr, ji Ezazê heta Serê Kaniyê, bi cih bike.”
Herwiha ENKSê di daxuyaniyê de balê dikşîne ser wê yekê ku ragihandina vê projeyê ligel destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê hevdem e û eger ew penaber li deverên xwe yên resen neyêne bicihkirin, ev proje dikeve çarçoveya şandina penaberan û guhertina demografiyê li wan deveran ku heta niha ev guhertina demografiyê didome, di nav wan de jî herêma Efrînê.
ENKSê destnîşan kir, tevî ku ew ligel mafê vegera penaber û koçberên Sûriyê ne, lê “ew operasyonên guhertina demografiya Sûriyê red dikin".
ENKSê da zanîn, ev proje li dijî biryara navdewletî ya hejmara 2254 e û di nava xelkê Sûriyê de kêşe û aloziyan derdixe holê.
ENKSê diyar kir: “Ji ber vê yekê ENKS bang li Tirkiyê dike ku vê projeya xwe sererast bike û bang li dewletên pêwendîdar dike ku derbarê Sûriyê de helwesteke zelal nîşan bidin û ji bo çareseriya krîza Sûriyê bilez bikin, ku vegerandina ewle ya penaber û koçberan bo deverên xwe yên resen li xwe bigre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin