Ji Îranê daxuyaniya rêkeftina petrolê ya HSD û kompaniya Amerîkî

05 August 2020 17:48 0 dîtin
Ji Îranê daxuyaniya rêkeftina petrolê ya HSD û kompaniya Amerîkî

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê derbarê girêbesta kompaniya Amerîkî "Delta Crescent Energy LLC" ya ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) helwesta xwe eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Musewî di civîneke rojnamevanî de derbarê mijarê de got ku rêkeftina petrolê ya ligel HSDê binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û wekî binpêkirina serwerî û hewldana arçekirina xaka Sûriyê bi nav kir.

Musewî got, “Ji aliyê hiqûqî ve îmzekirina vê girêbesta ji aliyê hêza dagirker Amerîka ve ti wate ji bo cîbicîkirina wê nîne. Girêbest gave din a talankirina dewlemendiyên sirûştî yên Sûriyê ye.”