Lûtkeya Bexdayê bi besdariya hejmarek ji serok û nûnerên welatan destpê kir
PeyamaKurd – Lûtkeya Bexdayê ji bo Hevhanegî û Hevbeşî, bi beşdariya hejmarek ji serok û nûnerên welatan, destpê kir.
Di destpêka lûtkeyê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gotarek pêşkêş kir û diyar kir: “Ev lûtke di demeke hestiyar û dîrokî de li dar dikeve, ji ber ku vekirina deriyekî bi rûyê pêwendiyên derve yên welatên cîranên Iraqî de ye. Iraq rûbirûyî çend astengiyan bûye, lê bi berdewam me gav ji bo rûbirûbûna wan astengiyan avêtine ku tê de bi ser bikevin û ji bo karekî bikin ku bandora wê li ser hemû Iraqê hebe û pêşerojeke baştir ji Iraq û cîranan re dabîn bikin.”
Herwiha da zanîn: “Girêdana vê lûtkeyê li Bexdayê, xaleke gelekî girîng e. Ev pêşandana nêrîna Iraqê ya ligel welatên din e li ser bingeh hevahengî, hevkarî û destênewerdana di karûbarên hevdu de. Herwiha bihêzkirina zimanê diyalogê, karkirina bi hev re û parastina berjewendiyên hevbeş e. dema me kabîneya hikûmeta Iraqê wergirt, nêrîna me wiha bû ku Iraq rola pêşeng li herêmê bibîne, bi riya bihêzkirina perensîpên hevkarî, asayiş û biratiyê. Piştî çendîn salan ji pirsgirêk û milmileyan, em gihîştine wê xalê ku divê Iraq roleke bibîne ku bibe sedema aramî li herêmê. Ev lûtke jî nîşana wê ye.”
Serokwezîrê Iraqê got jî: “Xaka Iraqê dikare bibe cihê bi hev re kirinê, ne cihê nakokiyên navdewletî. Ji vê rewangehê ve, Iraq li cîranên xwe dinêre, li ser bingeha hevkarî û hevahengî, ne bingeha nakokî û milmileyan.”
Kazimî destnîşan kir “Iraq çendîn qonaxên cuda ên şer û makokiyan dîtin, lê belê me gelek gav avêtin û me pêwendiyên xwe bi cîranan re baş kirin û me hewl da wan pêwendiyan ji bo avakirina jêrxaneya aborî bi kar bînin ku di dema borî de gelek ziyan dîtibû. Iraq di çend dehsalên borî de rastî gelek giriftên mezin bû. Pêwîstiya gelê Iraqê bi çaksazî û avakirinê di hemû waran de heye, ji ber wê em daxwaz ji cîranên xwe dikin bi me re hevkar bin, ji bo bikarin di wan çaksaziyan de bi ser bikivin.”
Serokwezîrê Iraqê eşkere kir: “Pêwîst e em hemû rûbirûyî terorê bibin. Ji bo rûbirûbûna hêzeke terorist wek DAIŞê, me hevkarî bi cîranan û Hevpeymaniya Navdewletî re kir. Teror li ser hemû welatan, ne tenê Iraqê bûye gef, ziyana mezin gihandiye hemûyan, niha jî teror dixwaze Iraqê birûxîne, lê em hemû hewl didin ji bo rêgiriyê lê bikin. Têkbirina terorê, gava destpêkê ji bo pêşerojeke baştir e.”
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: “Niha Iraq ber bi hilbijartinan diçe. Me daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ku bi rêya tîmên çavdêriyê, hevkarî û piştevaniya Iraqê bike, ji bo hilbijartineke serkeftî encam bidin. Xelkê Iraqê dixwaze bi demokrasî nûnerên xwe hilbijêre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin