Serokwezîr Mesrûr Barzanî: "Hikûmetê bi saya PDKyê serkeftin bi dest xist"

02 October 2024 15:51 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: "Hikûmetê bi saya PDKyê serkeftin bi dest xist"

PeyamaKurd – Alîkarê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê PDKyê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê li gel komek endamên PDKyê û sendîkavanan civiya.

Serokwezîr di civînê de got ku hilbijartin rêbaza herî rast e ji bo diyarkirina rêveberiya welêt.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Bi saya Partiyê vê kabîneyê karî desthilatdariya xwe biparêze. Tevî hemû astengiyên bi qestî, asta pêşketina Kurdistanê bi saya rêveberî û rola partiyê hatiye bidestxistin. Partiyê tu carî destûr neda wan kes û komên ku dijberiya avakirina Kurdistanê dikirin.”

Wî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî got:

"Hemû sloganên partiyê daxwaza aramî û hêviyê dikin. Nabe ev yek bi wê yekê ve bê tevlihevkirin ku  welatê me ber bi bêîstiqrariyê ve bikêşe. Pirsgirêk bi zimanekî req û argo çareser nabin. Partî aramî û aştiyê dixwaze ji ber ku dixwaze hemû gelê Kurdistanê bi aramî û aştiyê bijî.”