Serokwezîr Barzanî: Bêyî PDKyê serkeftin bi dest neketine

03 October 2024 14:39 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Bêyî PDKyê serkeftin bi dest neketine

PeyamaKurd –  Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêra paytext bi welatiyan re civiya, bang li wan kir ku beşdarî hilbijartinê bibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest bixin û got, “Me ev statu li Herêma Kurdistanê ava kir û em ê wê biparêzin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî  li Hewlêra paytext bi welatiyan re civiya,  bangî wan kir ku beşdarî hilbijartinê bibin.

Wî got, dema ji bo gel û neteweya xwe pêwîst be em ê têkevin nava her şerî û got, “Em tu carî nebûne alîgirê şer, em her tim alîgirê aştiyê bûn.”

Anî zimên ku “PDKyê ev statu ava kiriye, dîsa PDK dê xwedîtiyê li vê statuyê bike. PDK xwedî vê tecribeyê ye. Bi hêvî me ku emê vê hilbijartinê  serkeftina herî mezin bi dest bixin. PDKyê bi tenê gelek destkeftî bi dest xistine, lê bêyî PDKyê partiyên din tu destkeftî bi dest nexistine.

Her weha ew yek jî destnîşan kir ku PDK ji bo xizmeta Kurdistanê bi roleke girîng rabûye got: “Herêma Kurdistanê bi karê hikûmetên li pey hev yên PDKyê gihîştiye astên baş û got, “PDK dê avakirina xwe bidomîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî weha berdewamî da axaftina xwe:

“Di warê refahê de me bê cudahî xizmeta hemû bajar û bajarokên Kurdistanê kir. Di mijara jinûve avakirina Kurdistanê de rola herî girîng a PDKyê ye.  Rast e kêmasiyên me hene, em dixwazin bi awayekî cidî hewl bidin ji bo baştirkirina xizmetkirinan tiştên ku hewce ne. Bernameyeke me ya dorfireh heye û em ê hemî karûbaran bi cih bînin ku ji bo we girîng in. Ji van ya herî girîng pirsgirêka elektrîkê ye, ez dizanim ji bo we hemûyan girîng e. Li ser vê yekê bernameyeke me heye ku me dest pê kiriye û bi destûra Xwedê demeke nêzîk em ê 24 saetan elektrîkê bidin hemû Kurdistanê.”