Wezîrê Perwerdê û sandeyeke wezaretê îro serdana Parlamentoyê dikin
PeyamaKurd – Wezîrê Perwerdê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeyeke wezaretê îro serdana Parlamentoyê dikin û pişt re jî wê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Hat zanîn ku çend meh in Hikûmeta Herêma Kurdistanê yasaya nûjenkirina perwerdê şandiye Parlamentoyê û Lijneya Perwerdê û Wezareta Perwerdê çend civîn li ser pêk anîne ku raportekê ji bo xwendina duyem a wê nivîsê li parlamentoyê bê kirin û niha gihîştine qonaxa dawiyê ya nivîsandina wê raportê û îro Wezîrê Perwerdê û şandeyeke wezaretê ji bo amadekirina raporta dawiyê diçin Parlamentoyê û li gel Lijneya Perwerde û Xwendina Bilind wê bicivin.
Herwiha biryar e îro Wezîrê Perwerdê Alan Hemeseîd û Serokê Lijneya Perwerdê Ebdulselam Dolemerî civîneke çapemeniyê di saet 12:00an de li dar bixin û hemû gotegotên derbarê rakirina waneya olî ya li navendên xwandinê de hatine belavkirin jî red bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin