Sandeya PDKê îro bi aliyên siyasî yên pêkhateya Mesîhî re dicive
PeyamaKurd – Şandeya PDKê îro bi aliyên siyasî yên pêkhateya Mesîhî re dicive.
Li gor zanyariyan, îro şandeya PDKê di berdewama zincîre civînên li gel aliyên siyasî û pêkhateyên herêma Kurdistanê de, bi aliyên siyasî yên pêkhateya Mesîhî dê bicive.
Herwiha hat diyarkirin, îro di saet 10:00an de şandeya PDKê li bajarokê Enkawa li gel Partiya Beyt Nehrîn û Encûmena Gelê Kildanî Kiyana Şilama û Partiya Demokrat a Kildanî dê bicive.
Di berdewama hevdîtinên îro de, di saet 11:00an de jî, şandeya PDKê bi Encûmena Gelê Kildanî, Suryanî û Aşûrî dê bicive û di saet 12:00an de jî, şandeya PDKê li bajarokê Enkawa dê serdana Tevgera Demokrat a Aşûrî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin