Sandeke PDKê serdana balyozxaneya gistî ya dewleta Filistînê kir

20 October 2023 13:00 0 dîtin
Sandeke PDKê serdana balyozxaneya gistî ya dewleta Filistînê kir

PeyamaKurd – Şandeke Nivîsîngeha Pêwedniyên Derve ya PDKê serdana balyozxaneya giştî ya dewleta Filistînê kir.

Li gor Berpirsê Nivîsîngeha Pêwedniyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî îro roja Înê 20ê Cotmeha 2023yan li ser tora civakî ya Facebookê diyar kiriye; “Ji bo diyarkirina dilsozî û hevxwemiyê ji bo qurbaniyên sivîl ên gelê Filistînê li Gazzeyê û taybet êrîşa li ser nexweşxaneya Memedaniyê li Gazzeyê, şandeke Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve ya PDKyê serdana balyozxaneya giştî ya dewleta Filistînê kir.”

Herwiha Sîweylî da zanîn; “Wê şandê hevxemiya PDKyê gîhand balyozê Filistînê Nezmî Hizurî û bi rêya cenabê wî gîhand gel û dewleta Filistînê jî, herwesa hêvî kir ku şer û alozî bidawî bên û zêdetir mezin nebin”.