Berdevkê PDKê serdana Balyozxaneya Japonyayê kir
PeyamaKurd – Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed, bi nunertiya Serok Barzanî serdana Balyozxaneya Japonyayê kir.
Li gor zanyariyan, Mehmûd Mihemed li ser navê Serok Barzanî ji bo kuştina Serokwezîrê berê yê Japonyayê, sersaxî da hikûmet û gelê Japonyayê.
Herwiha Balyozê Japonyayê jî li ser navê gel û hikûmeta xwe spasiya Serok Barzanî kir û têkiliyên dostane yên di navbera Kurdistan û Japonyayê jî bigirîngî anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin