Serokê Herêma Kurdistanê gihîst Bexdayê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gihîşt Bexdayê.
Di vê serdanê de, Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê bi Serokwezîr, Serokomar, Serokê Parlamentoyê û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê û serkirde û berpirsên payebilind ên siyasî re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê, wê bi serkirdetî û aliyên siyasî yên Iraqê re, geşedanên herî dawî, rewşa Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navçeyê, pêkve xebat û hemahengiya hemû aliyan ji bo aramî û seqamgîriya Iraqê û navçeyê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin