Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîst Bexdayê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişt Bexdayê.
Hat ragihandin ku berî bi demekê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihiştiyê paxtexta Iraqê Bexdayê.
Li gor zanyariyan, Herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir û herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî bi di vê serdanê de li gel Nêçîrvan Barzanî çûne Bexdayê.
Barzanî wê bi Salih, Ebdulmehdî û Helbûsî re bicive’
Nêçîrvan Barzanî dê bi serokomarê Iraqê Berhem Salih, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û serokê parlementoya wî welatî Mihemed Helbûsî re hevdîtin bike
Armanca serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, ew e ku bi rayedarên hikûmeta Iraqê re pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de, rewşa Iraqê û navçeyê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin