Serokê Herêma Kurdistanê gihîst Urdinê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro bi serdanake fermî gihîşt paytexta Urdinê Emmanê.
Îro roja Çarşemê 23.06.2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Balafirxaneya Şajin Aliya ya Emmanê.
Biryar e Nêçîrvan Barzanî di serdana fermî de, bi Şahê Urdinê Şah Abdullah re bicive.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kiribû, Nêçîrvan Barzanî wê serdana Urdinê bike û bi Şah Abdullah şahê Urdinê re bicive. Herwiha di civînê de, wê pêwendiyên Hewlêr û Emmanê û rûdanên li herêmê werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin