Papa ji bo bi Sîstanî re bicive gihîst Necefê

06 March 2021 11:00 0 dîtin
Papa ji bo bi Sîstanî re bicive gihîst Necefê

PeyamaKurd – Papa Francis, ji bo bi Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re bicive, gihîşt Necefê.

Li gor zanyariyan, tê çaverêkirin di civîna di navbera her du kesayetên ayînî de, peyamên girîng bên dayîn.

Herwiha, piştî civînê dê Papa serdana bajarê dîrokî yê Ûr bike, ku bajarê jidayîkbûna Hz. Îbrahîm e.