Serdana Papa Francis dest pê kir: Papa gihîst Bexdayê...

05 March 2021 16:16 0 dîtin
Serdana Papa Francis dest pê kir: Papa gihîst Bexdayê...

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francîs di çarçoveya serdana xwe ya dîrokî ya bo Iraq û Kurdistanê de, îro Înê gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve pêşwazî lê hat kirin.

Li gorî bernameya hatiye diyarkirin, wê Papa di serdana xwe de pêşî biçe bajarên Necef, Nasiriye û Mûsilê û piştre jî serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Rêkarên ewlehiyê yên tund ji bo parastina rewşa ewlehiyê ya Iraqê û silametiya Papa Francis hatine girtin.

Serdana Papa di demeke wisa de ye ku vîrusa Koronayê li Iraqê bi awayekî berçav zêde bûye û hejmara pêketiyan rojane gihîştiye pênc hezar kesan.

Papa doh peyamek pêşkeşî xelkê Iraqê kiribû û gotibû, "Ez di vê serdanê de li bendê me ku xelkê Iraqê bibînim, ji ber ku wan gelek êş û jan dîtine."

Papa wê pêşî serdana Necefê bike ji bo dîtina Ayetullah Elî Sîstanî û piştre derbasî Hewlêrê bibe û li stada navdewletî ya Franso Herîrî ligel bi hezaran welatiyên Xiristiyan ji bo aştiyê dua bike.