Ji Konsulxaneya Amerîka peyama serdana Papa Francis
PeyamaKurd - Konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê bi sedema serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Hewlêrê peyamek belav kir.
Konsolxaneya Amerîka peyama xwe de got: “Em dilxweş in bi dîtina serdana dîrokî ya Papa Francis bo Herêma Kurdistanê. Serdana Papa, pêngaveke din e ji bo pêşvebirina pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelan de.”
Konsolxaneyê diyar kir, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka berdewam e bi piştevanîkirina pêkvejiyana aştiyane, têkelbûna olan û qebûlkirina hemû baweriyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û seranserî cîhanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin