UNESCO: Serdana Papa weke peyama astî û yekgirtîbûnê li ser binemaya fireh netewî tê

06 March 2021 12:31 0 dîtin
UNESCO: Serdana Papa weke peyama astî û yekgirtîbûnê li ser binemaya fireh netewî tê

PeyamaKurd – Rêxistina Perwerdeya Zanistî û Kultûrî ya Netewên Yekbûyî UNESCO, di derbarê serdana Papa ji bo Iraqê de diyar dike, serdana Papa Francis ji bo Iraqê, weke peyama aştî û yekgirtîbûnê li ser binemaya fireh netewî tê.

Biryar e, roja Yekşemê Papa Francis serdana Mûsilê bike û li wê derê dua ji bo qurbaniyên şerê DAIŞê bike.

Serokê Komîteya Tîma Netewên Yekbûyî ji bo Iraqê ji bo lêkolîn li tawanên DAIŞê Kerîm Xan dide zanîn, serdana Papa ji bo Iraqê û civîna wî li gel serkirdeyên olî û serdana wî ji bo cihên olî, peyama yekgirtîbûn û aştî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên Iraqê li xwe digre, bi taybetî yên ku li ser destê DAIŞê rastî eşkenceyê hatine, di nav wan de jî pêkhateya Kiristiyan.

Herwiha UNESCO amaje bi wê yekê dike, girîngiyek taybet a serdana Papa Francis ji bo bajarê Mûsil heye, ji ber ku ew bajar yek ji kevintirîn bajarên Cîhanê ye û ji bo demê çendîn sedan navenda kultûrî û olî ya hemû cîhanê bûye û di dema xîlafeta ku DAIŞ di sala 2014-2017an de ragihandibû, xelkê bajêr rastî rewşeke zehmet bibû.