Ji Serokê Amerîka daxuyaniya serdana Papa: Sembola hêvîyê ye
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser serdana Papa Francis a bo Iraq û Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Joe Biden di daxuyaniya xwe de, serdana Papa Franciscus weke sembola hêviyê bo hemû cîhanê pênase kir û got: "Bi vê serdanê Papa Franciscus peyamên girîng dan: biratî ji qetla birayan saxlemtir e, hêvî ji mirinê bihêztir e, aştî jî ji şer bihêztir e.”
Joe Biden bal kişand ser serdana Papa ya mercîê şîeyan El Sîstanî û li ser merasîma olî ya li Mûsilê jî got, “Ev hemû ji bo tevahiya cîhanê sembolên hêviyê ne.”
Biden, di dawiyê de gotiye, wê heyranîya wan a bo xweşbînîla olî û hevtêgihîştina baweriyan ya Papa berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin