Ji Konsûlxaneya Amerîka daxuyaniya serdana McGurk a Kurdistanê

18 January 2023 19:36 0 dîtin
Ji Konsûlxaneya Amerîka daxuyaniya serdana McGurk a Kurdistanê

PeyamaKurd - Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê derbarê serdana Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk a 16ê Çileya 2023an bo Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Konsûlxaneya Amerîka  ragihand, Brett McGurk di serdanê de tekezî li ser pêşdebirina yekrêziya Kurdistanê ji bo piştgirîkirina bextewarî û berjewendiyên hevbeş ên Herêma Kurdistana Iraqê û tevahiya Iraqê kiriye.

McGurk bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû. Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraqê, pêwendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekxistina Hêza Pêşmerge gotûbêj kiribûn.

Baregeha Barzanî jî ragihandibû, di civîna Serok Barzanî û McGurk de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û girîngiya rola Iraq û Herêma Kurdistanê di çareserkirina astengiyên li pêşiya enerjiyê li ser asta cîhanê de hate kirin.

McGurk herwiha bi Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî û Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî re jî civiyabû.

Di serdana şanda Amerîka ya Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk serokatiya we dikir de, Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîka bo Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê amadehî kiribûn.