Papa Francis, serdana Moxolîstanê kir

01 September 2023 16:00 0 dîtin
Papa Francis, serdana Moxolîstanê kir

PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, di çarçoveya serdana xwe ya Moxolîstanê de çû paytext Ulanbatorayê.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Papa Francis û şanda pê re li Balafirgeha Navneteweyî ya Cengîz Xan ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Moxolîstanê Batmunkh Battsetseg ve bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku têkiliyên Papa li Moxolîstanê ku piraniya serjimêra wê Budîst in û nêzî 1500 Katolîk lê dijîn, dê sibê dest pê bikin.

Tê payîn ku Papa bi Serokdewletê Moxolî Ukhnaagiin Khurelsukh re bicive û bi nûnerên dîplomatîk re biaxive.

Her wiha hat ragihandin ku têkiliyên Papa yên ku dê bi Katolîkên li welêt re bicive dê di 4ê Îlonê de bi dawî bibin.

Di derbarê serdana Papa de hat destnîşankirin ku nêzîkî 150 rojnamevanên biyanî ji bo şopandina vê serdanê çûne paytexta Moxolîstanêya Ulanbatorê.