Papa Francis serdana dêra wêranbûyî kir: Terorê bandoreke gelek xirab li ser hemû ol û netewan kiriye

07 March 2021 13:06 0 dîtin
Papa Francis serdana dêra wêranbûyî kir: Terorê bandoreke gelek xirab li ser hemû ol û netewan kiriye

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis di serdana xwe ya Kurdistanê de, piştî pêşwazîya fermî derbasî Mûsilê bû û li dêreke wêranbûyî ya bajarê Mûsilê gotarek pêşkeş kir û dua kir.

Papa Francis piştî temambûna hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên payebilindên herêma Kurdistanê Papa Francis ber bi bajarê Mûsilê ve birê ket.

Li qada dêra Hoş a li Mûsilê Papa Francis gotarek pêşkeş kir û tê de, dua ji bo qurbaniyên destê terorîstan kir.

Papayê Vatîkanê ragihand, teror gelek bandoreke xirab û nerênî li ser hemû ol û netewan çêkiriye.

Papa Francis li dêra Hoş merasîma olî û dua bo ruhê hemû qurbanên dest terorê kir.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 4 salin bajarê Mûsilê ji destê terora DAIŞê hatiye rizgar kirin, lê hikûmeta Iraqê hê jî ti projeyek ji bo ava kirina bajar nedaye destpêkirin.