Nêçîrvan Barzanî bo serdana Papa Francis peyamek belav kir

05 March 2021 14:59 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bo serdana Papa Francis peyamek belav kir

PeyamaKurd – Derbarê serdana Papa Francis bo Iraqê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir, ew hêvîdar in serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê bibe sedema anîna pêşerojeke baştir bo me hemûyan.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Hêvîdar im serdana dîrokî ya Papa Francis ya bo Iraqê pêkvejiyana aştiyane û hevsengiyê di navbera ol û etnîkên ciyawaz ên welat de bihêztir bike û bibe sedema hatina pêşerojeke baştir bo me hemûyan.”

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike: “Ez û gelê Kurdistanê dilxwazin bo qedasetî (Papa) li Hewlêrê.”

Papa Francis di saet 09.35an de bi dema Hewlêrê li Balafirxaneya Fiomicino ya li Roma ber bi Bexdayê ve bi rê ket û di saet 14:00an de, digihije Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê.

Papa Francis dê li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê bi merasîmekê fermî, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê pêşwazîkirin û paşê dê Papa û Kazimî li holeke Balafirxaneyê civînekê li dar bixin.

Piştî kombûna li gel Kazimî, Papa dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê li Bexdayê û bi merasîmelê dê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve bê pêşwazîkirin û li nivîsîngeha taybet a Serokomariya Iraqê Berhem Salih û Papa Francis dê bicivin.  <

>